Kanûn 22, 2024 18:27 Asia/Tehran

Xwenîşandana protestoyî ya siyonîstan li seranserê Filistîna dagirbûyî ji Telavîvê heta Qudsê berfireh bûne û xwepêşander van duruşman diqêrînin: Em daxwaza peymanekê dikin ku hemû girtiyên li cem berxwedana Filistînê vegerîne.

Dijberên kabîneya  Binyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst,  derbarê dirêjkirina meselê û astengkirina  liv û tevgerên ji bo îmzekirina peymana agirbesê li Zîvala Xezzeyê û bihevguhertina girtiyan hişyarî dan.

Medhet Dîbe, Analîzorê siyasî:Her  mirovekî ramanwer ku bi siyaseta Îsraîlê, nemaze Netanyahû nasiyar be, fêm dike ku mijara girtiyan  fukara wî ya dawî ye niha vê gavê tişta ku ji bo wî girîng e berdewamkirina hikûmetê û  girtina pêşiya derketina qelişt û bêtifaqiyê di kabîneya  hevalbendiyê de ye.Çavkaniyên fermî û medyayî yên Rejîma Siyonîst  bi geşbînî li bara nêzîkbûna îmzakirina rêketina agirbesê li Xezzeyê agahiyan didin. Kabîneya vê rejîmê ji aliyê derdorên navxweyî  ve di bin zextên tund de ye û rapirsî nîşan didin ku zêdetirî  sedî 70 ji Siyonîstan dixwazin plana bihevguhertina girtiyan bi bihayekî pir giran îmze bikin.Fezl Tehbûb, Karzanê  meselên Rejîma Siyonîst:Pêknehatina destkevtên leşkerî û azadnekirina girtiyan bûye sedema kombûna pirsgirêkan li bereya navxweyî ya Rejîma Siyonîst û ev mesele  dema ku şer rawesta , dê bibe sedema teqîneke navxweyî.Xwenîşandanên li Filistîna dagirkirî  rastî êrişên berfireh ên polîsan ji bo vekirina hinek kolanên ku ji hêla xwepêşanderan ve hatine girtin, tên.

Serepeyv