Kanûn 21, 2024 17:53 Asia/Tehran
  • Rejîma Sîyonîst bi xwofirrê êrişî Şamê kir

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku Rejîma Sîyonîst bi xwofirrê êrişî Şam paytexta Sûrîyê kir.

Çavkanîyên sûrî ragihandin ku Rejîma Sîyonîst bi xwofirrê êrişî Şam paytexta Sûrîyê kir û dengê çend teqînan li Şamê û derdorê hat bihîstin. Êrişî dijî navendeke leşkerî ya Sûrîyê li derdora Şamê pêk hatîye.

Çavkanîyên sûrî herwiha ragihandin ku dengê çend teqînan jî li derdora rojhilat a parêzgeha Tertûs li perravên Sûrîyê hat bihîstin ku ji ber êrişa Israyîlê ser navendeke leşekrî û cebilxaneyeke Sûrîyê bû.

Bi ketina Şamê û hikimdarbûna neyarên çekdar, artêşa Rejîma Sîyonîst bi berdewamî rêkevtinameya 1974ê bin pê dike û êrişî navendên istiratejîk li kûratîya axa Sûrîyê dike. 

Serepeyv