Generalê siyonîst: Em li Xezzeyê berdêleke giran didin
Kanûn 16, 2024 18:15 Asia/Tehran
Generalekî siyonîst tekez kir ku Îsraîlê armancên xwe li Xezzeyê pêk nenaîne û berdêlê dide.
Hîzî Nehmah, generalê berxizmet ê artêşa Rejîma Siyonîst di axiftinekê de got:Rast e me destkevtên taktîkî yên zêde li Xezzeyê hebûne lê em bê armanc berdêlên giran didin.
Wî tekez kir ku tevgera Hemasê ser Zîvala Xezzeyê sedest e û carek din me xwe vejiyandiye.
Pêştir berdevkê berê yê artêşa Rejîma Siyonîst di axiftinekê de li xwe mikur hat ku ev Rejîma negihiştiye tu yek ji armancên xwe yên şerê li Xezzeyê.
Çend rojan berê serokê Rejîma Siyonîst Îshaq Hertzog, işkesta vê rejîmê derheq azadkirina hêsîrên xwe li Xezzeyê wek işkestekê bo Telavîvê da zanîn û got: Em heta ku girtiyên xwe azad nekin me işkest xwariye.