Yemenîyan bi xwenîşandanê piştgirî dan Filistîn û Sûrîyê
Bi hezaran welatîyên yemenî îro li parêzgeha Se`deyê bi xwenîşandanekê piştgirî dan gelê Filistînê û hevgirtina xwe bi gelên Sûrîye û Libnanê û Hizbullahê ra hibmerî destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ragihandin.
Niştecîyên parêzgeha Se`deyê îro bi rakirina alayên Yemen, Filistîn, Libnan û alayên azadî û berxwedanê û hildana wêneyên şehîdan, destdirîjêyên Rejîma Sîyonîst û Amerîkayê ser gelên herêmê di serî da gelên Fiilstîn, Libnan û Sûrîyê da, şermezar kirin.
Niştecîyên parêzgeha Se`deyê îro herwiha pêgirî ser hevgirtina xwe tev gelên Filistîn, Sûrîye û Libnanê kirin. Wan ji umeta ereb û misilman û azadîxwazên cîhanê xwestin ku ji bo sekinandina cinayeta Rejîma Sîyonîst a qirrkirina gelê Xezzeyê bikeve dewrê.
Xwenîşanderên yemenî pêgirî kirin ku Rejîma Sîyonîst a cinayetker hela jî destdirêjîyên xwe bi pişikdarîya Amerîkayê dijî hemî navçeyê berfire dike ta ku plana sîyonîstan a ji bo guhertina Rojhilata Navînê bi cih bîne.