Israyîl berpirsê kuştina yek ji sêyê nûçegîhanan di sala 2024ê da ye
Kanûn 12, 2024 18:30 Asia/Tehran
Rêxistina Raporterên Sînornenas ragihand: Leşkerên israyîlî berpirsê kuştina yek ji sêyê nûçegîhanan di sala 2024ê da ne
Rêxistina Raporterên Sînornenas di raporekê da ragihandîye ku 54 nûçegîhanî di sala 2024ê da dema kar an ji ber pîşeya xwe l iseranserê cîhanê can dane ku berpirsîya mirina yek ji sêyê wan li ustîyê artêşa Israyîlê ye.
Li gorî rapora Rêxistina Raporterên Sînornenas, Filistîn bitaluketirîn welat ji bo rojnamevanan e.
Vê rêxistinê heta nika 4 doz bi hegera ``cinayeat cengê ya dijî nûçegîhanan a bi destê artêşa rejîma Israyîlê`` raberî Dadgeha Navdewletî ya Cezayê kirîye.
Hejmara nûçegîhanên şehîd ji destpêka şerê li Zîvala Xezzeyê yanî ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va rabûye 193 kesî.