Kanûn 08, 2024 18:59 Asia/Tehran
  • Operasyona hevpar a yemenî û iraqî dijî Sîyonîstan

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku wan û Bereya Berxwedana Islamî ya Iraqê bi hev ra di çarçova operasyoneke hevpar da êrişî cîyekî zef girîng li başûra Fiilstîna Dagirbûyî kirîye.

Generalê Duyem Yehya Serî Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku artêşa vî welatî û Bereya Berxwedana Islamî ya Iraqê di çarçova operasyoneke hevpar da êrişî cîyekî zef girîng li başûra Fiilstîna Dagirbûyî kirîye. Yehya Serî herwiha got: Ew operasyona bi çend xwofirran hatîye lidarxistin û xwofirran bi awayekî serkevtî xwe gîhandin cîyê kivşkirî. 

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê pêgirî kir: Hêzên me tev têkoşerên berxwedêr ên iraqî yê bersivdana himberî cinayetên Israyîlê yên dijî birayên me yên li Zîvala Xezzeyê bidomînin. Wî herwiha got: Operasyonên me dê neyên sekinandin, îlla ku destdirêjî bên sekinandin û dorpêça himberî Zîvala Xezzeyê were rakirin. 

Serepeyv