Xwenîşandana bi mîlyonan yemeniyan bona piştgîriya ji Filistînê
Xelkê Yemenê bona piştgîriya ji xelkê Filistînê û bereya Berxwedanê li parêzgehên curbicur ên vî welatî xwenîşandanên berfireh li dar xistin.
Xwenîşandanên xelkê Yemenê bona piştgîriya ji berxwedana filistîniyan li parêzgehên curbicur ên Yemenê ji wan li Seide, Rîme û hin navçeyên parêzgehên Imran, Eb, Teêz, Hece, El Cewf û El Mehwiyetê bi dirûşma Hevrê ligel Xezzê, bêyî westiyan û gumanekê hatin lidarxistin.
Komîteya Bilind a Alîkariya Mizgewta Eqsayê li Yemenê, zêde ji 520 meydanên sereke û nesereke li 14 parêzgehên vî welatî ji bo lidarxistina xwenîşandanên ji bo piştgîriya ji xelkê Filistînê kivş kiribûn. Ebdulmelik El Hûsî, serokê Ensarullaha Yemenê, roja Pêncşemiyê ragihand, bi dewama operasiyona hêzên yemenî li Deryayê, Gemiyên cengê yên amerîkî ji navçê direvin.
El Hûsî herwiha amajeyî cihanîna operasiyona berfireh ya leşkerî li Deryayê dijî gemiyên cengê yên amerîkî û operasiyonên din ên girîng dijî dagirkirên îsraîlî li Yafaya dagirkirî û balafirgeha Bên Goryonê û Esqelana Dagirkirî jî kir.