Rekora nû ya operasyonên Hizbullahê li dijî Erdên Dagirbûyî yên Filistînê
Mijdar 25, 2024 17:20 Asia/Tehran
Hizbullaha Lubnanê şeva borî bi zêdekirina hejmara operasiyonên xwe yên xurt dijî erdên dagirbûyî yên Filistînê rekoreke nû tomar kir.
Operasyonên Hizbullaha Lubnanê li dijî Rejîma Siyonîst ji wan têkbirina hewildanên leşkerên siyonîst ji bo pêşdeçûna nav axa Lubnanê û êrişa ser baregehên leşkerî yên Rêjîma Siyonîst li bakûr û kûrahiya erdên dagirbûyî ye, hevgav li gorî nûçeyên medyaya Îbrîziman hêzên Lubnanî di êrişên xwe dijî erdên dagîrkirî de mûşekên taybet bi kar anîne.
Hizbullaha Lubnanê herwiha derbarê îmhakirina herî kêm 6 tankên Merkava yên artêşa terorê li nêzîkî devera Dêr Mîmasê agahî da.
Medya siyonîst jî li xwe mikur hat ku zengila xeterê di 24 sietên derbasbûyî de li navçên dagirbûyî zêde ji 500 caran hatien lêxistin.