Mijdar 11, 2024 18:15 Asia/Tehran
  • Êrişa Yemenê bi mûşekan ser meqera leşkerî ya Nahal Sûrîkê

Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê di daxûyaniyekê de tekez kir ku bona piştgiriya gelê Filistîn û Xezzeyê, hêzên çekdar ên Yemenê di operasyoneke leşkerî ya taybet de meqera leşkerî ya Nahal Sûrîkê li başûr rojhilata Yafayê( Telavîvê) dane ber êrişan.

 Yehya Serî got: Ev opersyon bi mûşeka Balistîk ya haypêrsonîk a Filistîn 2 pêk hatiye. Mûşek deqîq li armanc ketiye û meqera siyonîstan agir pê ketiye. Pêştir medya siyonîstan ragehandin ku mûşekek balistk ji axa Yemenê ve ber bi bajarokê siyonîstnişîn  yê Bet Şemsê  yê li rojavay Qudsa dagirbûyî ve  hatiye avêtin. Di encama vê êrişê de  li taxên curbicur ên vê deverê şewat çê bûye. Pêştir jî Artêşa Rejîma Siyonîst ragehandibû ku 4 xwefir ji rexê rojhilatê va ber bi herêmên dagirkirî ve hatine avêtin. Eva di halekî de ye ku şeva derbasbûyî Amerîka û Inglîzê di kiyareke destdirêjkirane de heft caran hinek navçeyên  parêzgeha Umran û Seideyê li bakurê Yemenê bombebaran kirin.

Serepeyv