Gurrtirbûna bêtifaqiya di navbera siyonîstan derbarê dewama şerê Xezzeyê
Encama rapirsiyên nû li erdên dagirbûyî yên Filistînê nîşan dide ku raya giştî ya siyonîstan derbarê şerê li dijî Lubnan û zîvala Xezzeyê rastî bêtifaqiyeke tund hatiye ,yanê hin siyonîst piştgirî didin şêr û di halekê de ku gelek ji wan jî dijberê şerê cinayetkarane yê Rêjîma Siyonîst in.
Amarên saziya nasiyar bi Demokrasiyê ya Rejîma Israîlê li Cotmeha 2024an de nîşan dide ku li nav raya giştî li erdên dagirkirî derbarê şerên li başûrê Lubnanê bêtifaqiyeke zêde heye.
Li gor rapirsiya herî dawî ya vê saziyê sedî 46.5ê Siyonîstan li ser wê baweriyê ne ku Rejîma Israîlê divê bi Hizbullahê re peymaneke dîplomatîk bişopîne di halekî de ku sedî 46 di vê baweriyê de ne ku divê şer berdewam bikin, şerê ku bûye sedema valabûna bajarokên siyonîstnişîn.
Ev rapirsî di halekî de hatiye kirin ku rejîma qirrker a Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve şerekî bi xopan tevî piştgiriyên gişatalî ji aliyê rojava û bi taybetî Amerîkayê li dijî Zîvala Xezzeyê bi rê xistiye, lê li gorî gotina rayedarên siyonîst, piştî 12 mehan şer, hîna jî nekarîne bigihêjine armancên xwe yanê jinavbirina tevgera Hemasê û vegerandina girtiyên siyonîst ji zîvala Xezzeyê.Şerê berdewam û bi xopan li Xezze û Lubnanê her roj gurtir dibe û Hizbullah di halê berfirehkirina navçeya xwe ya ewlehiyê li sînorê bakurî ye.Medya siyonîstî jî derbarê gurbûna nakokî û bêtifaqiyan di navbera Netanyahu û fermandên artêşa dagirkir de agahî dan. Rojnama ibrîziman a Yedîût Aharanotê nivîsî ku Eyal Zemîr rêvebirê giştî yê wezareta şêr a Rejîma Siyonîstî ji posta xwe îstifa kir. Bêtifaqiya di navbera rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlê û kabîneya Binyamîn Netanyahu her roj kûrtir dibe.