Mijdar 09, 2024 19:31 Asia/Tehran
  • Êrişa mûşekî ya berxwedana Lubnaê ser bajarokên pêşezasiyê

Berxwedana lubnanê di dewama piştgiriya xwe ya ji xelkê Xezze û Lubnanê li himberî êrişên Rejîma siyonîst ragehand ku di dema êrişên mûşekî ser bajarokên siyonîstnişîn, xwefireke artêşa dagirker jorda xistiye.

Berxwedana Lubnanê li du daxuyaniyên cuda cuda ragihandiye ku  vê sibê şemiyê  bajarokê Kiryat Şimûnê û Beram bi çend mûşekan kirine armanc.

Her wiha medya siyonîstan derbarê lêxistian zengilên xeterê li bajarokên Nehariya û deddora wê û hinek navçeyên bajarokê Beramê li Celîla rojavayî agahî dan.

Di daxuyaniyeke din de, berxwedana Lubnanê ragihand ku vê sibê koma leşkerên Siyonîst li El-Menarê û baregeha El-Ebadê dan ber mûşekan. Berxwedana Lubnanê di daxûyaniyeke din de ragehand ku yekîneya bereyavniya hewayî ya berxwedanê, xwefira Hêrmês 450 a Rejîma Siyonîst bi mûşeka erdê bo hewayê jorda xistiye û ev xwefir li bajarokê Dêr Seryanê ketiye erdê.

Serepeyv