UNIFIL: Îsraîl hêzên me bi qest dide ber êrişan, lê emê bimînin
Yek ji berpirsên hêzên UNIFILê bal kişand ser vê yekê ku ev hêzana 40 caran ketien ber êrişa artêşa terorê û teikez kir ku erkê van hêzan vegerandina ewlehî û aramiyê bo başûra Lubnanê ye û ev hêz dê li meqerên xwe de bimînin.
Kendîs Ardil, Cîgira Berdevkê Hêzên Demkî yên NY li Başûra Lubnanê (UNIFIL) tekez kir ku hêzên UNIFIL 40 caran ketine ber êrişa artêşa siyonîst û vîdyoyên heşt ji wan li ber destan in û hinek ji van êrişan bi qest bûne.
4 kes ji hêzên UNIFIL di encama êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser trimbêlekê nêzîkî xala lêgeriyê ya artêşa Lubnanê li dergehê bakûrî yê bajarê Seydayê birîndar bûn.
Ardilê tekez kir: Hêzên Îsraîlê bi qestî hin baregehên UNIFIL bi çek û sîlehên giran dan ber êrişan û ber bi hêzên parêzvanê aşitiyê ve gulle avêtin. Ev êriş dilnigerankir in ji ber ku hêzên NY li gorî biryarnama 1701an jibo piştevaniya ji aştiyê û alîkariya bo wan bona cîbicîkirina vê biryarnameyê û bihêzkirina ewlehiyê li ser sînorên Xeta Şîn li Lubnanê amade bûne.
Cîgira Berdevkê Hêzên UNIFILê got: UNIFIL bi hêzên Îsraîlê re rawêjkariyên xwe berdewam dike da ku nerazîbûna xwe ji wna re ragehîne û pê bihese ku çi qewimiye.