Seyd Ebdulmelik El-Hûsî: Rejîma Siyonîst siyaseta birçîhiştinê girtiye ber xwe
Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê di axivtina xwe ya îro pêncşemê de bala xwe da ser alûgurên navçeyê û got: Rejîma Siyonîst ji bo ku gelê Filistînê teslîm bibin û çok danin siyaseta birçîhştina wan girtiye ber xwe.
Seyd Ebdulmelik El-Hûsî rêberê tevgera Ensarullaha Yemenê got: Dijminê siyonîst vê heftiyê 30 komkujî pêk anîne ku di encama wan de hezar û 300 filistînî şehîd an birîndar bûne ku piraniya wan jin û zarok in.Rêberê Ensarullahê her wiha got: Rêjîma dagîrkir cinayetên xwe yên hovane li bakura zîvala Xezeyê berdewam dike û pêşiya derbaskirina kelûmelên pizîşkî û xwarinê digre û bi darê zorê wan aware û mişext dike.
Seyîd El-Hûsî destnşan kir: Rejîma dagirker li bakurê zîvala Xezeyê û beşên curbicur ên zîvala Xezeyê cinayetên giran pêk tîne û awareyan dike armanc.Wî her wiha got: Dagirkir ku di şerê leşkerî de işkest xwarine nikarin bigihêjin armancên xwe, jibo ku gelê Filistînê teslîm bikin siyaseta birçîhiştinê girtine ber xwe.