Mijdar 06, 2024 20:48 Asia/Tehran

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê derbarê dawîn alûgurên destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser Lubnanê de axivî.

Şêx Neîm Qasim Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê  di çilemîn roja şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah rêberê Hizbullaha Lubnanêji aliyê Rejîma Siyonîst ve got:Seyîd Hesen Nasrallah rêberekî nimûne, rahênerekî îlhambexş , alaya mekteba  wilayet û azadiya Filistînê ye. Neîm Qasim di dewamê de wiha got : Hz. Ayetullah Xamineyî rêberê şoreşa Îranê Seyîd Hesen Nesrullah bêhempa wesif kir û eva pênaseyeke mezin e.

Seyîd Hesen Nasraullah partiya Berxwedanê ser esasa ola resen a  Muhemmedî  damezrand. Nêrîna wî nêrîna wilayetmedariyê ye.

 Wî partiyek damezrand ku  hemû beşên civakê, pîr û kaم û ciwan, kesên azadîxwaz û bi rûmet , rewşenbîr û karkir anîne cem hev. Wî got: Berxwedan li  Hizbullahê  xaleke qahêm ji babet hejmar, hêz, pisporî, wêrekî û  rawestana  li himberî dijminên herî bi hêz  e.Berxwedan rêya xwe berdewam dike û dê ji viya zêdetir ji geşatî hebe.

Şêx Neîm Qasim her wiha got: Em bi  şerê Îsraîlê li dijî Lubnanê rûbirû  bûne ku 40 roj berê niha  piştî şerê piştevaniyê des destpê bû. Di şerê piştevaniyê de hemû evîndarên Filistînê hewil dan ku li kêleka Filistînê  bin ji ber ku  Filistînê li Xezeyê ji 43 hezarî zêdetir şehîd û zêdeyî 100 hezarî jî birîndar  dan. Lê hîan jî  qahêm ser pêya maye û dê bi ser keve.

Wî li  hemû bereyên berxwedanê ji Yemenê girtî heta Lubnanê û piştgiriya mezin ên Komara Îslamî ku ji  jibo piştgiriya Filistînê pir zehmetî kişandiye  silav şandin û tekez kir ku êdî ne giring e şêr çawa  dest pê kiriye îro êdî Belku, girîng e Lubnan li dijî êrişên rejîma dagirker rawesteye  û  Binyamîn Netanyahû Serokwezîrê Îsraîlê  tu carî ji bo bidawîbûna vî şerî rojekê diyar nake belku   li dû armancên xwe yanê guhertina  rûveka Rojhilata Navîn e lewma  wî projeyeke  mezintir ji Xeze û Lubnanê heye.

Serepeyv