Mijdar 06, 2024 20:03 Asia/Tehran

Îro jî Hizbullaha Lubnanê di daxûyaniyên curbicur de ragehand ku navendên artêşa terorê û bajarokên siyonîstnişîn dane ber êrişan.

Li gorî rapora  medyaya Şer ya Berxwedana Îslamî ya Lubnanê, Hizbullahê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand:

Piştî çavdêrîû şopandina liv û tevgera hêzên artêşa terorê, têkoşerên Berxwedana Îslamî vê sibê maleke li bajarokê El Metleyê ku komek leşkerên dijmin tê de bicih bibûn, bi mûşeka kontroldar kir armanc ku di encamê de  hejmarek ji kesên di hunrur malê de hatin kuştin an birîndar bûn.Hizbullahê her wiha ragihand ku tankeke Merkava ya artêşa Rejîma Siyonîst li bajarê El-Metleyê yê dagirbûyî dan ber mûşekan ku bû sedema agir pêketina wê û kuştin û birîndarkirina kesên ku ew dijajotin û têde bûn.

Her wiha Kanala nûçeyan a El-Meyadînê jî ragihand ku îro hêzên berxwedanê yên Lubnanê bi mûşekên xwe baregeha Rawîye (navenda tîpa 188 a artêşa Siyonîst) li Golana dagirbûyî ya Sûriyêdan ber êrişan.Her wiha hêzênHizbullahê îro danê nîvro bi mûşekên xwe bajarokê adgirbûyî yê  Kefer Soldê da ber êrişan.Her wiha Hizbullaha Lubnanê derbarê êrişên bi roketan ser bajarokên Seiseû Kiryat Şimonê  yên dagirbûyî li bakurê Filistîna dagirbûyîagahî da. 

Medyaya şer ya Berxwedana Îslamî ya Lubnanê  îro vîdyoyek mûşeka xwe ya nû ya operasyonê ya bi navê Cîhad 2 nimand.Ji aliyê din ve geştên esmanî yên  balafirgeha Bin Goryon piştî ku mûşek li balafirgehê ket, hatin rawestandin.Mûşekên avêtî li navçeya Telavîvê mezin ketin. Medya Îbrîziman ragihand ji Lubnanê 11 roket ber bi navenda herêmên dagirkirî ve hatin avêtin

Li gorî van medyayan, mûşekek  li  rêya Şaron li Telavîvê ketiye.

Zengilên  hişyariyê l li Qûşdan û Telavîvê hatin lêxistin. Mûşekek li Balafirgeha Bin Goryon ket û geşta  balafiran hate rawestandin.

Balafira Boing 777 li Balafirgeha Bin Goryon  ji ber mûşekan ziyan lê ket. Heta niha geştên esmanî yên balefirgehan ji balefigeha Bin Goryon nehatin destpêkirin.

Serepeyv