Dewama êrişên bi mûşekan ên Hizbullahê
Artêşa Rejîma Dagirkir a Siyonîst li roja 44`an a bidûhev, êrişên xwe yên berfireh ser Libnanê didomîne û Hizbullaha Libnanê jî bona sekinîna li hember van êrisşn, çend pêgeh û binkeyên wan ên leşkerî dan ber mûşekan.
Berxwedana Îslamî ya Libnanê di bersivdaneka qahêm, hewldana dagirkirên Siyonîst ji bo ketina nav bajarên başûrê Libnanê, pûç kiriye û binkeyên leşkerî û avahiyên bicihbûna wan dane ber mûşekan. Berxwedana Îslamî ya Libnanê ragihandiye ku şervanên Hizbullahê binkeya Mualiye Gulanî, pêgeha fermandehiyê ya tîpa Hermûn 810`ê dane ber mûşekên pêşketî. Hizbullahê herwiha ragihand ku navenda kombûna leşkerên dijminê siyonîst li El Remsayê li bilindahiyên Keferşûba ya Libnanê daye ber mûşekên pêşkevtî. Herwiha Berxwedana Îslamî ya Libnanê basa êrişa bi mûşekan a ser karistana berhemanîna madeyên teqandinê li El Xezîreyê li başûrê bajarê Heyfayê kir. Koma leşkerên dijminê siyonîst li navçeyên başûrî yên bajarê Maron El Reisê ketiye ber mûşekên şervanên Hizbullahê.
Êrişên bi xwefiran ên Hizbullahê ser Erdên Dagirkirî ji rayedarên siyonîst ra bûye fikar û xûşûşeke giran û ew bi giranî dilnîgeranê zêdebûna êrişên bi xwefiran ên Berxwedana Libnanê ser bajarokên siyonîstnişîn in. Medyaya Siyonîst a Walayê jî di raporekî ser navê Pirsgirêka xwefiran da amajeyî şiyana xwefiran a mêhwera Berxwedanê kir û nivîsî ev mêhwera bi başî pêhesiyaye ku artêşa Rejîam Siyonîst bona şopandina xwefiran, lawaz e. Li gorî nivîsara vê medyaya siyonîst, di rojên buhurî da bi dehan xwefir ber bi Erdên Dagirbûyî ve hatine avêtin ku artêşa Rejîma Siyonîst tenê yek ji wan li erdên Libnanê şopandine.