Êrişên berfireh ên Hizbullahê ser navenda kombûna leşkerên Siyonîst
Hizbullaha Libnanê basa êrişên berfireh ser cihê kombûna leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst û bajarokên siyonîstnişîn li bakûrê Erdên Dagirkirî kir.
Hizbullaha Libnanê bi weşandina çend daxuyaniyan ragihand, di çarçoveya piştgîriya ji Xezzê û piştevaniya ji berxwedana Filistînê û berevaniya ji Libnanê, şervanên vê koma berxwedanê komeka leşkerên dijmin li bajarokên siyonîstnişîn ên Zereyt, Şomîra, Eyfen Menahim, Beram û Metsofayê li Erdên Dagirkirî dan ber mûşekan. Hizbullaha Libnanê şeva buhurî bi weşandina vîdêoyeka nû li ser êrişên bi xwefiran ser Erdên Dagirkirî pêhişyarî dabû rayedarên artêşa terorê û bajaroknişînên siyonîst.
Mûşekên Hizbullahê herwiha li nav bajarê Ekayê ketine. Medyayên Rejîma Siyonîst ragihandine ku dengê 5 teqînan li Ekayê li bakûrê Filistîna Dagirkirî hatiye bihîstin.
Medyayên ibrî jî ragihandin di şerrê di navbera Hizbullaha Libnanê û Rejîma Siytonîst da zêde ji hezar leşkerên îsraîlî hatine kuştin û birîndar bûne û herwiha 50 tankên Mêrkaway ên dagirkiran jî di nava agirên mûşekên Berxwedana Libnanên da şewitîne.
Ji hêla din ve êrişên Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur jî didomin. Wezareta tendirustiya Libnanê ragihandiye ku di şev û roja buhurî da 71 welatiyên vê şehîd bûne û herwiha ragihandiye ku ji dema destpêbûna êrişên Rejîma Siyonîst ser vî welatî ve heta nika 2 hezar û 968 kes şehîd bûne. Di vê midehê da 13 hezar û 319 libnanî jî birîndar bûne.