Dewama êrişa dagirkiran ser navçeyên curbicur ên Libnanê
Di roja 33`an a destdirêjiyên Rejîam Siyonîst ser Libnanê, artêşa dagirkir sibeha îro careka din dorhêla başûr a Bêyrûtê kire hedef.
Wezareta tendirustiya Libnanê ragihand di encama êrişên di şev û roja buhurî ya dagirkiran de, 19 libnanî şehîd û 108 kes jî birîndar bûne. Navçeyên curbicur ji wan bajarokên El Qelîle, El Heniye, El Birc a Bakûr û El Malikiyê îro ketine ber êrişên hewayî û topxaneyî yên Rejîma Siyonîst. Di eynî demê da Hizbullaha Libnanê jî wek bersiva li hember van cinayetan ragiahnd ku bi xwefiran êrişî ser karistaneka leşkerî ya li bajaroka Eka ya Dagirkirî kiriye. Rayedarên Siyonîst jî ragihandin ku du kes li bajaroka Ekayê birîndar bûne. Hizbullahê sibeha îro jî kombûna leşkerên dagirkir li bajaroka Şomîrayê da ber mûşekên xwe yên ku tên birêvebirin.
Erdên Dagirkirî jî îro bûn qada du operasiyonên dijî Siyonîstan. Di encama operasiyoneka ajotina bi tirombîlê ser mirovan da ku bi kamiyonekî cih hat da, zêde ji 50 siyonîstên ku hemû leşker bûn, di rawestgeheka otûbûsê li bakûrê Têlavîvê birîndar bûn.
Çavkaniyên ibrî mukur hatin ku heta nika di encama vê operasiyonê da 6 leşkerên siyonîst hatine kuştin.
Di operasiyona duyem da jî ajokarê trombîlekê li bajarê Hezmayê li bakûrê Qudsa Dagirkirî gulle reşand ,ew berî ku ji aliyê dagirkiran ve were şehîdkirin, du siyûnîst birîndar kirin.