Cotmeh 19, 2024 16:36 Asia/Tehran

Hizbullaha Libnanê basa cihatina 17 operasiyonên leşkerî dijî armancên siyonîstan li bakûrê Filistîna Dagirkirî kir.

Hizbullaha Libnanê bi weşandina daxuynaiyekî ragihand ku çend operasiyon dijî pêgehên artêşa Rejîma Siyonîst û bajarokên Siyonîstnişîn li bakûrê Filistîna Dagirkirî ji wan li Keriyat Şemûne, Meskaf Am û Efîfîmê cih anîne.

Odeya Operasiyonê ya Berxwedana Îslamî ya li Libnanê basa destpêbûna qonaxeka nû ya girankiirna pevçûnên bi Rejîma Siyonîst re kir û pêgîrî kir ku di pêngava yekemîn a vê qonaxê da nêzî 55 leşkerên rejîma dagirkir hatine kuştin û zêde ji 500 kes di encama operasiyonên pûçkirina êrişên vê rejîmê da birîndar bûne û zêde ji 20 tankên Mêrkaway û 4 bûldûzêrên leşkerî û tirombîlên zirixî û makîneyên veguhestina leşkeran hatine rûxandin û 2 xwefirên Hêrmiz450 jî hatine jordaxistin.

Odeya Operasiyonê ya Berxwedana Îslamî ya li Libnanê bi ragihandina vî yekî ku di bereyên pêşîn ên li başûrê Libnanê heta kûratiya axa Filistînê derbeyên giran li artêşa Rejîma Siyonîst xistine, destnîşan kir ku artêşa rejîma dagirkir ji destpêka êrişa bejahî ve, 5 liqên ji 70 hezar leşker û efseran û bi sedan tank û tirombîlên din ên leşkerî bi kar anîn.

Serepeyv