Hejmara şehîdên Xezeyê giheşt 42 hezar û 126 kesî
Wezareta Tendrustiyê ya Xezeyê ragehand ku sercem hejmara şehîdên Filistînê rabûye 42 hezar û 126 kesî û hejmara birîndaran jî giheştiye 98 hezar û 117 kesî.
Wezareta Tendrustiyê ya Xezeyê di rapora xwe de derbarê 371 emîn roja şêr ragehand artêşa Rejîma Siyonîst di 24 sietên buhurî de, 4 komkujiyên din li zîvala Xezeyê pêk naîne ku di encamê de 61 filistînî şehîd bûne û 231 kesên din jî birîndar bûne.vê wezaretê amaje bi wê yekê kir, ku hêj hejmareke zêde ya şehîdan di bin kavilan de mane û hêzên rizgarker nikarin xwe bigihînin wan..Eva di helekê ye Tabûrên Îzedîn El-Qesam basikê leşkerî yê Hamasê derbarê têkçûna panzêreke siyonîstan li bakurê Xezeyê agahî da. Tabûrên El-Quds, basikê leşkerî yê Cîhada Îslamî cihê kombûna atomobîl û leşkerên dijminê siyonîst li rojhilata Cibalyayê dan ber topan.