Cotmeh 10, 2024 20:10 Asia/Tehran
  • Êrişên Hizbullahê ser 4 baregehên Siyonîstan

Têkoşerên berxwedana Lubnanê vê sibê bakurê Filistîna dagirbûyî û çeperên leşkerî yên Rejîma Siyonîst bombebaran kirin.

 Hizbullaha Lubnanê  îro bi weşandina çend daxuyaniyan derbarê êrişên xwe yên nû ser  dagirkeranagahî dan.

Hizbullah di daxuyaniya xwe ya ewil de ragihand, têkoşerên  Berxwedana Îslamî vê sibê  bajarokê Keryat Şemonê  topbaran kirin.Hizbullahê di  daxuyaniyeke din de ragehand ku vê sibê çekdarên wê navenda kombûna leşkerî ya Îsraîlê li El Mercdan ber mûşekan.Hizbullahê di sêyemîn daxuyaniya xwe de jî  ragihand ku têkoşerên berxwedana Îslamî navenda kombûna leşkerên Siyonîst li Beyt Hilelê bi çend mûşekan kirine armanc.Hizbullahê her wiha li çaremîn daxûyaniya xwe diyar kir ku têkoşerên  berxwedêrên islamî  navenda kombûna eskerên siyonîst li Meiyan Barûê dan ber mûşekan.

El-Cezîreyê jî derbarê êrişa girana bi mûşekan  ji Lubnanê ser bajarokên siyonîstnişîn  ên  Merglyot û Keryat Kariat Şemonê agahî da. Radyoya Siyonîst ragihand ku 40 mûşek ji Lubnanê ber bi  El-Celîla Olya ve li bakurê navçên dagirbûyî hatin avêtin.