Êrişên Hizbullahê ser 4 baregehên Siyonîstan
Têkoşerên berxwedana Lubnanê vê sibê bakurê Filistîna dagirbûyî û çeperên leşkerî yên Rejîma Siyonîst bombebaran kirin.
Hizbullaha Lubnanê îro bi weşandina çend daxuyaniyan derbarê êrişên xwe yên nû ser dagirkeranagahî dan.
Hizbullah di daxuyaniya xwe ya ewil de ragihand, têkoşerên Berxwedana Îslamî vê sibê bajarokê Keryat Şemonê topbaran kirin.Hizbullahê di daxuyaniyeke din de ragehand ku vê sibê çekdarên wê navenda kombûna leşkerî ya Îsraîlê li El Mercdan ber mûşekan.Hizbullahê di sêyemîn daxuyaniya xwe de jî ragihand ku têkoşerên berxwedana Îslamî navenda kombûna leşkerên Siyonîst li Beyt Hilelê bi çend mûşekan kirine armanc.Hizbullahê her wiha li çaremîn daxûyaniya xwe diyar kir ku têkoşerên berxwedêrên islamî navenda kombûna eskerên siyonîst li Meiyan Barûê dan ber mûşekan.
El-Cezîreyê jî derbarê êrişa girana bi mûşekan ji Lubnanê ser bajarokên siyonîstnişîn ên Merglyot û Keryat Kariat Şemonê agahî da. Radyoya Siyonîst ragihand ku 40 mûşek ji Lubnanê ber bi El-Celîla Olya ve li bakurê navçên dagirbûyî hatin avêtin.