Ensarullaha Yemenê: Emê bersiveke qahîm bidin Amerîka û Îngilizê
Endamê POlîstboroya Ensarullaha Yemenê tekez kir: Pêgiriya Amerîka û Îngilîzê ser berdewamiya êrişên xwe ser Yemenê dê rastî bersiveke tund were.
Elî El Qehûm, endamê polîtboroya Ensarullaha Yemenê îro Şemiyê got:Şerê ku em îro ketine nav, cîhada pîroz e, şiyanên leşkerî yên Yemenê di halê berfirehbûnê ne û Yemen di berevaniya ji serwerî, çavkanî, hêz û gelê xwe de pir bi hêz e.Wî zêde kir:Êrişên Amerîka û Inglîzê ser Yemenê hewldanek e jibo xalifandina Yemenê ji helêwsta wê ya bibandor û kêrhatî derheq piştgirîkirina Ji Xezê û Lubnanê.Ev êriş piştî işkesta wan di warê piştgiriya ji rejîma demkî û têkçûyî ya siyonîstî pêk tên.
El-Qehûm got: Helwesta bi şan û şeref ya Yemenê bûye sedem ku destdirêjkerên amerîkî û inglîzî êrişên xwe ser Sena û parêzgehên din berdewam bikin û bineszaiyên sivîlan bikin armanc ku binpêkirina eşkere ya serweriya Yemenê ye. Pêgiriya Amerîka û Inglîzê ser berdewamiya destdirêjiya ser Yemenê dê rastî bersiveke tund were û ew divê berpirsyariya van êrişan û belavbûna nakokiyan li navçê bigrin istûyê xwe.Tişta ku di pêşerojê de dê biqewime, dê mezintir be.