Êrişên Hizbullahê bi roketan ser çend bajarok û meqerên siyonîstan
Hizbullaha Lubnanêderbarê êrişa bi roketan ser çend navçe û meqerên siyonîstan agahî da.
Hizbullaha Lubnanê li daxûyaniyekê ragihand ku wan bi rokêtan êrişî ser cihê kombûna leşkerên siyonîst li baregeha El-Sedehê kirine.
Hizbullahê her wiha daxûyaniyek din de tekez kir, ku bajaroka Siyonîstnişîn a Sairê, bi mûşekan dane ber êrişan.
Berxwedana Îslamî ya Lubnanê jî her wiha ragihand ku bajaroka Siyonîstnişûîn a Roş Bîna bi çend mûşekan kirine armanc.
Çavkaniyên nûçeyan çend sietan berî niha derbarê avêtina pêla pêncem a mûşekan a Hizbullaha Lubnanê ber bi Filistîna dagirbûyî ve, agahî dan.
El-Cezîreyê îro Şemiyê ragihandin ku Hizbullaha Lubnanê pêncemîn pêla mûşekên xwe ber bi meqerên Rejîma Siyonîst ve li bakurê Filistîna dagirbûyî avêt.
Hizbulaha Lubnanê ji şeva borî ve nêzîkî 100 mûşek, mûşekek balistîk û mûşekên Fadî 3 ber bi bajar û bajarokên Rejîma Siyonîst û baregehên vê rejîmê ve avêtine.