Îlon 28, 2024 15:43 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê hat şehîdkirin

Berxwedana Îslamî ya Lubnanê di daxuyaniyekê de şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Hizbullahê piştrast kir.

Hizbullaha Lubnanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Seyîd Hesen Nesrullah  di encama êrişa cinayetkarane ya êvara Îniyê ser Zahiya başûrê Beyrûtê  de şehîd bû. Hizbullaha Lubnanê di daxuyaniya xwe de bi piştrastkirina şehadeta Seyîd Hesen Nesrallah  tekez kir:Rêberiya me soz daye ku  cîhada li hember dijmin û Piştgiriya Xezeyê û berevaniya ji Lubnanê û gelê wê berdewam bike.

 Firokeyên rejîma siyonîst êvara îniyê taxên xelknişîn ên taxa Harê Herik li Zahiya Beyrûtê bombebaran kirin. Hinek çavkaniyên Rejîma Siyonîst ragihandin ku êrişa ser Zahiya başûrî yên Beyrûtê bi 8 heta 12 balefirên cengê hevgav hatkirin û têde  bombeyên çepeşikên ên  2   hezar pondî yên  Amerîkayê hatin bikaranîn.

Serepeyv