Îlon 28, 2024 10:52 Asia/Tehran
  • Şermezarkirina cîhanî ya cinayetên Rejîma Siyonîst li Lubnanê

Rayedar û kesayetiyên curbicur welatên cîhanê ji wan Komara Îslamî ya Îranê, Sûriye, Iraq, Yemen, Tirkiye, Pakistanê, cinayetên Rejîma Siyonîst li başûrê Lubnanê bi tundî şermezar kirin.

Dr. Mesûd  Pizişkiyan,Serokê Komara Islamî ya Îranê  di peyamekê de tevî şermezarkirina êrişên Rejîam Siyonîst ser navça Zahiyê li Beyrûtê ew wek cinayeta cengê ya eşkere da zanîn  ku nayê nuximandin.. Muhemked Baqir Qalîbaf serokê Meclia şêwra Îslamî ya Îranê jî got: Divê Hizbullah bizane ku em ê heta kêliya dawî hevçeper û hevrêyê wan  li qada şer bimînin.

Serleşker Pasdar Husêyn Selamî, fermandê Sipahê Pasdaran jî tevî şermezarkirina van cinayetan tekez kir ku gelê Filistînê dê di demek nêzîk de serketinê hembêz bike.Muhemed Riza Arif, alîkarê yekem ê serokomar jî  li peyamekê bo Necîb Mîqatî serokwezîrê Lubnanê, cinayetên eşkere yên siyonîstan şermezar kir. 

Elî Larîcanî, şêwirmendê rêberê inqilabê jî ev cinayet şermezar kirin û got:Bi van cinayetan gelê Lubnanê ji bo rawestana li ber siyonîstan rijdtir dibin.  Seîd Celîlî endamê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî jî di peyamekê de ev cinayet şermezar kiri û got:Reftarên hovane yên Rejîma Siyonîst dê sernixûnbûna wê bilezîne. Hafiz Neîm Rehman,Serokê patiya Cemaeta Îslamî ya Pakistanê  ev cinayet şermezar kirin û got:Ev cinayetên sîyonîstan bi piştgirîya Amerîka û Îngilîsê tên kirin.Wezareta karên derve ya Sûriyê li daxûyaniyekê êrişên cinayetkarane yên Rejîma Siyonîst ser Beyrûtê bi tundî şermezar kir.Welatiyên Tehranî  evî kombûna li Meydana Filistînê cinayetên Rejîma Siyonîst derheq êrişa ser paytexta Lubnanê û  Zahiyê li derdora Beyrûtê bi tundî şermezar kirin.

Serepeyv