Xwenîşandana urdinyan bona piştgiriya ji xelkê Xezeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i351207-xwenîşandana_urdinyan_bona_piştgiriya_ji_xelkê_xezeyê
Çavkaniyên nûçeyan îniyê şevê derbarê xwenîşandana berfireh a gelê Urdinê li Emana paytexta vî welatî boan piştgiriya ji xelkê Xezeyê agahî dan.
(last modified 2024-09-14T03:16:20+00:00 )
Îlon 14, 2024 06:43 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana urdinyan bona piştgiriya ji xelkê Xezeyê

Çavkaniyên nûçeyan îniyê şevê derbarê xwenîşandana berfireh a gelê Urdinê li Emana paytexta vî welatî boan piştgiriya ji xelkê Xezeyê agahî dan.

Xwenîşanderan bi bilindkirina alayên Filistînê û tevgere Hamasê, duruşmeyên bona piştgiriya ji berxwedana Filistînê û operasyona  Bahoza Eqsayê avêtin. Ev xwenîşandan ser navê serbilindî  bo serbilindiyê- îniya emegdariya bo şehîd El-Cazî hat lidarxistin. Şehîd Mahir El-Cazî welatiyên Urdinê bû ku vê dawiyê operasona dije siyonîstî li derbasgeha Keramê li sînorê Urdinê bi rexê rojava re pêk anî. 

Ew ji hêzên çekdar ên Urdunî xanenişîn bû û ajokarê kamyonê bû ku kelûpelên bazirganî ji Urdunê diguhezand rexê Rojava.

Piştî destdirêjiya leşkerî ya Rejîma Siyonîst ser Xezeyê, hema hema her roj li welatên curbicur ên Erebî û Îslamî xwenîşandan bo piştevanîkirina ji xelkê Xezeyê û şermezarkirina êrişên leşkerî yên Rejîma Siyonîstî têne lidarxistin.