Îlon 13, 2024 07:56 Asia/Tehran
  • Êrişa bi xwîn a DAIŞê ser şîeyan li Daykendiya Efxanistanê

Koma Terorîstî ya DAIŞê berpirsyariya gulebarana xelkê bêguneh li wilayeta Daykendiya Efxanistanê girt istûyê xwe.

Ji dema  hilweşyana hikûmeta  Eşref Qenî li Efxanistanê û bi desthilatbûna koma Talîbanê li vî welatî, şaneyên veşartî yên komên terorîst jî li vî welatî çalak bûne û her car  dest bi êrişên kor li dijî sivîlan dikin. Koma têrorîst a DAIŞ`ê  nasiyar bi  DAIŞ`ê Xorasanê yek ji van komên çekdar tê hesabê.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku  di encama  êrişa îro ser xelkê bêguneh li  navçeya Daykendiya Efxaistanê 4 kesên xivîl canê xwe ji dest dan.

 Encama lêkolînên destpêkê  nîşan dide ku terorîstan welatiyên xwecihî gulebaran kirine. Di encama vê bûyerê de 6 kes jî birîndar bûn.

Koma terorîstî ya  DAIŞ a Xuresanê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê qebûl kir.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin, kesên bêguneh ên di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane ji şîeyên parêzgeha Daykendiyê bûne.

Serepeyv