Rêberê Ensarullaha Yemenê: Kuştina xelkê mezlûm ê Filistînê li Xezeyê cinayeta vê sedsalê ye
Rêberê Ensarullaha Yemenê berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst derheq komkujiya xelkê mezlûm ê Filsitînê li zîvala Xezeyê wek cinayeta vê sedsalê bi nav kir.
Seyîd Ebdulmelik Bedredîn El-Hûsî bal kişand ser êrişa ser dibistana Tabiînê ya Xezeyê û got: Êrişa ser kesê ku nimêja sibê dikrin, cinayeta herî diltezîn a dijminê siyonîst li heftîya borî debû.
Rêberê Ensarullaha Yemenê kiryarên Ereb û Mislimanan li bara şerê Xezeyê rexne kir û , destnîşan kir: Işkesta ummeta îslamî di alîkariay bo Xezeyê de, xizmeta bo dijminê siyonîst û desthebûna li trajediya gelê Filistînê bû.
El-Hûsî diyar kir ku têkoşerên berxwedanê li Xazzê bi sebir, fedakarî û wêrektiyeke bêhempa erka xwe ya cîhadêcih tînin.
Rêberê Ensarullaha Yemenê her wiha derbarê bersiva bereya berxwedanê bo kiryarên terorîstî yên Rejîma Siyonîstî got: Piştgiriya ji Xezeyê ji hemû eniyên piştevaniyê berdewam e û bersiva dijmin tu carî nayê betalkirin û ev yek exlaqî û însanî ye.