Ensarullaha Yemenê: Amerîka tam piştgiriyê dide Îsraîlê
Ensarullahê tevî şermezarkirina cinayeta nû ya artêşa Siyonîst li dibistana El-Tabiîn li taxa El-Dercê li navenda Xezeyê, piştevaniya tam a Amerîkayê ji vê rejîmê rexne kir.
Mihemed Ebdulselam berdevkê fermî yê tevgera Ensarullaha Yemenê got: Komkujiya hovane ya rejîma cinayetkar ya Îsraîlê bi piştevaniya tam ya Amerîkayê li dijî awareyan di halekê de ku ew mijûlî nimêja sibê li dibistanekê li navenad bajarê Xezeyê bûn , cih hat. Wî teqez kir: Em vê faşîzma siyonîstî û berdewamiya piştevaniya tam a Amerîkayê ji Îsraîlê ji bo berdewamiya cinayetên dijî gelê Xezeyê bi tundî şermezar dikin.
Mihemed Ebdulselam got: Ereb û Misliman li hember Xezeyê erkekek giran ser milê xwe hene û bila hemû kesên ku erkên xwe yên olî û însanî paşguh dikin, şerm bikin. Ji ber ku ev xeflet û xemsarî, dijminê siyonîst han dide ku cinayetên bêmînak û jînosayda xwe berdewam bike.