Xwenîşandana xelkê Urdinê ji bo piştgiriya Xezeyê
Çavkaniyên nûçeyan Îniyê şevê derbarê xwenîşandana girseyî ya Urdiniyan li Emmana paytexta vî welatî, ji bo piştevaniya ji xelkê Xezeyê agahî dan.
Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê Ajansa Şehab a Filistînê, bi sedan Urdinî li Emmanê ji bo piştevaniya ji gelê Xezeyê xwenîşandanek lidarxistin.
Li gorî vê raporê, xwenîşanderan bi hin duruşman piştgiriya xwe ji xelkê Xezeyê û berxwedana Filistînê ragehandin û destdirêjiya leşkerî ya ser vê zîvalê şermezar kirin. Heftiya borî bi hezaran Urdinî li nêzîkî balyozxaneya Rejîma Siyonîst li Emmanê xwenîşandanek lidarxistin û beşdaran di vê xwenîşandanê de hin duruşm ji bo piştevaniya ji xelkê Xezeyê, azadkirina girtiyên filistînî, bidawîhatina şer li vê zîvalê û her wiha şermezarkirina terorkirina Îsmaîl Heniye, serokê polîtboroya tevgera Hemasê berz kirin. Di van çend mehên borî de, paytexta Urdinê hertim bûye meydana xwenîşandanên girseyî yên xelkê bo piştevaniya ji Xezeyê û şermezarkirina kuştina xelkê li vê zîvalê.