Tebax 07, 2024 10:30 Asia/Tehran
  • Berdevkê Ensarullaha Yemenê bijartina Yehya El-Sênwar li Hamasê pîroz kir

Berdevkê Ensarullaha Yemenê bijartina Yehya Sinwar wek serokê nû yê polîtboroya tevgera Hemasê pîroz kir.

 

Berdevkê Ensarullaha Yemenê Mihemed Ebdulselam teqez kir: Em  ji ber bijatina rêberê mucahid Yehya el-Sinwar wek serokê nû yê  polîtboroya vê tevgerê   û wek cîgirê şehîd Îsmaîl Heniye  pîrozbahiyê dibêjin tevgera Hamasê û gelê Filistînê.Ebdulselam got:

Ji bo fermandar El-Sinwar di vê qonaxa dîrokî ya rawestana li ber dijminê Israîlê em ji Xweda alîkarî û rênimûniyê dixwazin.

 Pêştir Hizbullaha Lubnanê di daxûyaniyekê de ragehand:

Em  li birayê xwe yê hêja Mucahid Hac Yehya El-Senwer, birayên rêberiya  tevgera Hemas û hemû Mucahidên tabûrên El-Qessam  ku bi yekdengî wî li şûna serokê  polîtboroya tevgera Hemasê  şehîd Îsmaîl Heniye bijartin pîroz dikin.

Hemasê şeva buhurî ragihand ku Yehya el-Sinwar, serokê  niha yê  polîtboroya Hemasê li Xezeyê,  bû cîgirê şehîd Îsmaîl Henîye.

 

Serepeyv