Tîrmeh 27, 2024 07:50 Asia/Tehran
  • Welatên Ereb: Îsraîl birçîtiyê wek çek û sîleh bikar tîne

Welatên ereb li Konseya Ewlehiyê li daxûyaniyekê teqez kirin ku Rêjîma Siyonîst birçîtiyê wek çekê şer bikar tîne.

Di daxûyaniya welatên ereb li Konseya Ewlehiyê  de hatiye ku êrişa Rejîma Siyonîst ser Xezeyê karesateke mirovî ya bêmînak bi dû xwe re aniye.

Welatên Ereb di  Konseya Ewlehiyê de gotin: Rêjîm Îsraîlê birçîbûnê wek çekek şer û alîkariyên mirovî wek amûrê zextê bikar tîne, ku vê meselê  êş û azarên mirovî li Xezeyê zêdetir kirine.

Van welatan  her  wiha gotin: Divê em rê nedin ku Îsraîl amarên derew derbarê hejmara kamyonên alîkariyê yên derbasî Xezeyê bûne raber bike.

Nûnerê Daîmî yê Rûsiyê li NY Vasilî Nebenziya jî got, plana aştiyê ya Xezeyê ku ji aliyê Serokkomarê  Amerîkayê  Co Baydên ve hatiye pêşniyarkirin, pêşiya  hewldanên ji bo amadekirina biryarnameyên  nû digire ku pêwîstî bi agirbeseke lezgîn heye.

Serepeyv