Êrişa dubare ya Amerîka û Inglîzê ser bakur rojavaya Yemenê
Balefirên cengê yên Amerîka û Inglîzê cardinê bakur rojavaya Yemenê bombebaran kirin.
Balafirên şer ên Amerîka û Inglîzê, roja Yekşemê, devera Behîs ya parêzgeha Heceyê li bakurê rojavayê Yemenê bombebaran kirin.
Navçeyên curbicur ên Yemenê di mehên borî de bûne armanca êrişên giranên Amerîka û Îngilîsê.
Hevdem, Balefirên cengê yên hêza deryayî ya Amerîkayê ku ji erkê xwe li deryaya sor vegeriyan, li xwe mikur hatin ku şerê bi hêzên çekdar ên Yemenê re ji bo van hêzan hejîmner, nepêşbînîkirî û heta dînker bûye û di pratîkê de ew şerê herî dijwar yê deryayî tê ji dema şerê cîhanê tê hesabê.
Ev êrişên hanê bi armanca zexta ser dewleta niştimanî ya Yemenê ji bo rawestandina dorpêça deryayî ya li ser Rejîma Siyonîst cih tên
Leşkerên artêşa Yemenê soz dan ku heta ku Rêjîma Siyonîst êrişên xwe yên ser Xezeyê nerawestîne, êrişa ser gemiyên vê rejîmê an jî gemiyên ku ber bi navçeyên dagirbûyî yên li deryaya sor ve diçin, dê bidomînin.