Tîrmeh 01, 2024 07:42 Asia/Tehran
  • Artêşa Yemenê belema xwe ya xweajo nimand

Artêşa yemenê hevgavê nimandina belema xwe ya ku ji dûr ve kontrol dibe, fîlma dema ku ev belem li gemiya Rejîam îsraîl dikeve, belav kir.

Roja Yekşemê piştî nîvro, çawa ku pêştir soz hatibû dayîn, artêşa Yemenê bo yekem car gemiyeke dûravêj ku bi wê gemiya girêdayî  bi rêjîma Israîlê kir armanc, nimand.

Artêşa Yemenê di operasyona xwe de 2 caran gemiya Trans World Navigatorê kire armanc û ev gemiya întiharî  li gemiya rejîma Îsraîlê xist. Navê vê xweajoyê Tûfan al-Medmer (Bahoza Wêranker) e.

Li gorî daxuyaniya hêzên çekdar ên Yemenê, ev gemiya cengê gemiyeke êrişkar a  ku ji ji dûr ve tê kontrolkirin û serê wê  cengê ji 1000 heta 1500 kg ê ye û lezgîniya wê jî 45  km mayla deryayê li sietekê de ye. Ev gemî  bi teknolojiyên pêşketî ve pergal bûye û û berhema Yemenê ye. 

Hêzên çekdar ên Yemenê hevgavê nimandina vê belema xweajo tekez kir: Em careke din şîret li persênêlên gemiyên kompaniyên ku qedexeya hatinûçûnê bo benderên Filistîna dagîrkirî binpê dikin, dikin ku terka gemiyên xwe bidin. Ji ber ku ji bo me bûne hedef.

 

Serepeyv