Hezîran 14, 2024 07:28 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê Ensarullaha Yemenê: Rejîma Siyonîst işkest xwariye

Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê got ku Rejîma Siyonîst li hemberî berxwedana gelê Filistînê işkest xwariye.

Seyd Ebdulmelik Bedredîn El-Hûsî, Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê, roja Pêncşemiyê, bal kişand  ser nakokiyên navxweyî û îstifakirina rayedarên Rejîma Siyoîst û got: Rewşa niha ya kabîneya Israîlê nîşana rewşa niha ya vê rejîmê ye ku işkestek rastîn nîşan dide. 

Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê destnîşan kir: Hizbullaha Lubnanê bereya herî bibandor  di warê piştevaniya ji Filistînê ye û nakokiyeke berfireh li dijî Rejîma Siyonîst berdewam dike.

Seyîd Ebdulmelik Bedirdîn El-Hûsî diyar kir ku Rejîma Siyonîst ber çavê welatên cîhanê  jînosayda xwe berdewam dikeû got: Mixabin hin welatên ereb dewsa ku alîkariya gelê Filistînê bikin, piştgiriya rejîma dagirker û qirrker a Îsraîlê dikin.

Serepeyv