Balyozên Erebistana Siûdî û Kuweytê li NY deftera bîranîna şehîdên jordeketina helîkopterê îmze kirin
Nûnerê hertimî yê Erebistana Siûdî û Kuwêytê li NYşehîdbûna Reîsî û hevalên wî ziyaneke ji bo hemû welatan da zanîn.
Ebdulezîz El-Wasil nûnerê Erebistana Siûdî li NY şeva çarşemiyê bi amadebûna li nûnertiya Komara Îslamî ya Îranê li New Yorkê, hevxemiya xwe bi boneya şehîdbûna ayetulah Seyîd Îbrahîm Reîsî û Husêyn Emîr Ebdulahiyan ragihand û got ku mirina wan ji bo hemû welatan ziyanek e.
Wî di destpêka madebûna xwe li nûneratiya Komara Îslamî ya Îranê li New Yorkê, deftera bîranîna şehîdên jordeketina helîkopterê wajo kir û hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna şehîdên xizmetguzariyê lirêber, hikûmet û gelê Îranê da diyarkirin û teqez kir: Em hewlên ku wan ji bo aramiya li herêmê dane ji bîr nakin. Ji bo îsbatkirina vê gotinê bes e ku di serdema wî de lihevhatina bimbarek di anvbera Îran û Erebistana Siûdî de pêk hat.
Tariq El-Benay nûnerê hertimî yê Kuweytê li NY jî bi amadebûna xwe li nûnertiya Komara Îslamî ya Îranê li New Yorkê, hevxemiya xwe ji ber şehadeta ayetulah Seyîd Îbrahîm Reîsî, Emîr Ebdullahiyan û rêhevalên wan dan diyarkirin û deftera bîranîna şehîdên vê bûyerê wajo kir.
Emîr Seîd Îrwanî, nûner û balyozê hertimî yê Îranê li NY sipasiya hevxemiya hevtayên xwe yên Erebistana Siûdî û Kuwêtî kir.