May 23, 2024 07:28 Asia/Tehran
  • Berdevkê Ensarullaha Yemenê: Şehîd Reîsî heta dawîn rojên emrê xwe berevaniya Filistînê kir

Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê ser hesabê xwe yê X-ê nivîsî ku şehîd Seyîd Îbrahîm Reîsî heta rojên dawî yên jiyana xwe berevaniya Filistînê kir.

Mihemed Ebdulselam berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê duh çarşemiyê teqez kir: Me di dema beşdariya di merasima sersaxiyê û xatirxwestina ji  şehîd Îbrahîm Reîsî serokomarê Îranê û hevalên wî de, peyama sersaxiyê yên rayedarê û gelê Yemenê  ragihand rayedar û gelê  hêja yê Komara îslamî ya Îranê û  me ji ber nebûna rayedarên ku çûyîna wan ziyaneke mezin bo gelên misilman e, ji dil û can hevxemiya xwe da diyarkirin.Berdevkê Ensarullaha Yemenê got: Şehîd Seyd Îbrahîm Reîsî cihê şeref û şanazîyê bû û gelek xizmet ji Îranê û doza Filistînê re kir û heta rojên dawî yên jiyana xwe piştgirî û berevanî ji doza Filistînê kir.

Serepeyv