Adar 08, 2024 07:35 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê: Amerîka sedema serşoriya cîhanê ye

Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê derbarê dawîn alûgurên navçê û zîvala Xezeyê got: Amerîka rola sereke li cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê heye û jînosayda ku li Xezeyê diqewime, cinayeta dijî mirovahiyê û sedema serşoriyê bo cvaka miroahiyê ye.

Seyîd Ebdulmelik Bedirdîn El-Hûsî diyar kir ku êrişên leşkerî yên Îsraîl-Amerîkayê li dijî gelê Filistînê li Xezeyê tim dewam dikin û bi hemû amûrên jînosaydê  reftarên hovane di rojevê de ye. Seyd Ebdulmelik Bedredîn her wiha got: Ti cihekî ewle li zîvala Xezeyê nemaye û her tişt ketiye ber çekên qedexekirî yên Rejîma Siyonîst û ji bo civaka cîhanî şerm e ku çavên xwe li ser cinayetên li Xezeyê girtiye.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê diyar kir ku Amerîkayê bi dehan ton çek dane Rejîma Îsraîlê ku jînosayda li zîala Xezeyê berdewam bike û ji aliyekî din ve jî rê nade ku alîkariyên mirovî bi rêya bejahî ve derbasî Zîvala Xezeyê bibin. Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê negihîşt armancên xwe û nekarî berxwedana Filistînê têk bibe.

 

 

Serepeyv