Sibat 15, 2024 09:12 Asia/Tehran
  • Erdogan: Alîkariya bo Xezeyê yek ji ewlewyetên herî giring ên sefera Misirê ye

Serokomarê Tirkiyê ku bi şandeke pilebilind re bona pêkanîan hevdîtinên fermî sefera Qahîreyê kiriye, bi Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî re hevdîtin û gotûbêj kir.

Receb Teyib Erdogan di vê hevdîtinê de ragihand: Alîkariya  bo Xezeyê yek ji karên me yên herî giring e.Serokomarê Tirkiyê bal kişande ser pêwîstiya pêknaîna agirbesa bilez li Xezeyê û got: Pêkanîna agirbeseke bilez û şandina alîkariyên mirovî bêyî asteng ji bo Xezeyê ewlewiyeta me ye. Wî tekez kir: Hewldanên jibo dûrxistina xelkê Xezeyê ji axa wan karekî bêhûde û pûç e.Reftarên nemirovane li Xezeyê qet nayê qebûlkirin.Erdogan bal kişande ser girîngiya hevkariya Enqerê û Qahirê ji bo çareserkirina qeyrana Xezeyê û got: Ji bo rawestandina komkujiya  li Xezayê û rijandina xwîna filistîniyan em ê bi Misrê re hevkariyê bikin.Serokomarên Tirkiye û Misrê daxûyaniya hevpar a jinûvekirina civînên encumena bilind a hevkariya stratejîk  îmze kirin.

Serepeyv