Êrîşa mûşekî ya Hizbullahê ser baregeha Rejîma Siyonîst
Çile 31, 2024 19:19 Asia/Tehran
Hizbullaha Libnanê qala êrîşa ser baregeha leşkerî ya Rejîma Siyonîst li bakurê Filsitîna dagirbûyî kir.
Li gorî rapira IRNAyê, Berxwedana Îslamî ya Libnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo piştevaniya ji gelê Filistînê li Zîvala Xezeyê û berxwedana wan a dilêrane, têkoşerên Hizbullahê cihê kombûna leşkerên siyonîst li derdora baregeha leşkerî ya Hedeb Yarînê li erdên dagirbûyî daye ber mûşekan.