Çile 27, 2024 17:11 Asia/Tehran
  • Rayedarê Yemenî: Divê Amerîka û Îngilîs li benda derbeyên giran ên Yemenê bin

Endamê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê tekez kir: Amerîka û Înglîs ger destdirêjiya leşkerî ser Yemenê berddwam bikin, divê berpirsyariya wê qebûl bikin û li benda derbeyên me yên bi giran bin.

Elî Qehûm li  gotûbêjeke destnîşan kir: Operasyona mezin a artêşa Yemenê bona piştevaniya ji Filistînê bi lihevkirina neteweyî ya hemû pêkhateyên vî welatî, serkirde û saziyên leşkerî û ewlehiyê di rojevê de ye.

Endamê polîtboroyaTevgera Ensarullaha Yemenê got: Ev helwêsta gelê Yemenê bona piştevaniya ji Filistînê hetanî serketina Filistînê û jinavbirina Rêjîma Siyonîst dê berdewam be û operasiyona li deryaya sor tenê piştî bidawîhatina  destdirêjiya ser Xezeyê û rakirina dorpêça wê dê were rawestandin. 

Vî rayedarê yemenî her wiha got: Operasyonên hêzên çekdar ên Yemenê li deryaya sor û Bab El-Mendeb tu gefek li dijî ewlehiya deryavanî bazirganiya navneteweyî nayê hesabê û tenê gefa heyî di vî warî de hebûna hêzên leşkerî yên li dijî qanûnên navneteweyî yên  Amerîka û Inglîz e.Ji aliyê din ve, El-Mayadîn ji zarê çavkaniyên agehdar ragihand ku gemiya inglîzî ku şeva îniyê ji aliyê hêzên deryayî yên Yemenê ve ket ber êrişan, hilgirê ardûyê bo bombeavêjên Rêjîma Siyonîst bû  û ev gemiya ber bi Filistîna dagirbûyî ve diçû, ne Yewnanistanê.

Serepeyv