Çile 27, 2024 07:11 Asia/Tehran
  • Êrişa mûşekî ya Yemenê ser gemiya Inglîzê li Kendava Edenê

Hêzên çekdar ên Yemenê derbarê êrişa bi mûşekan ser niftkêşa inglîzê ya bi navê Marlin Luwanda li kendava Edenê agahê da.

Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand: Me niftkêşa inglîzê ya Marlin Luwanda li Kendava Edenê bi mûşekê kir armanc, ev niftkêş rasterastket ber êrişan û bi îzna Xwedê agir pê ket.

Serî her wiha got: Operasyonên me li dijî gemiyên Israîlî yan jî gemiyên ku ber bi benderên Filistîna dagîrkirî ve diçin dê berdewam bin heta ku êrişa ser Xezeyê û tam were rawestandin.

Serî her wiha di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên me yên çekdar bi hejmarek ji paporşikên û paporên Amerîkî  li Kendava Eden û Tengava Bab El-Mendebê ketine pevçûnê û hejmarek mûşekên balistîk rasterast li paporê Amerîkî ketine û 2 gemiyên bazirganî yên Amerîkî jî revîne.

Wî her wiha got: Ev şer û pevçûn 2 siean berdewam kir û hêzên çekdar ên Yemenê bi mûşekên balistîk gemiyên şer û paporşikênên merîkayê kirin armanc.

 Sarî  her wiha got: Hêzên çekdar ên Yemenê heta dawiyê destdirêjiya ser Xezeyê û rakirina dorpêça vê navçeyê dê rê li ber gemiyên siyonîstan bo benderên Filistîna dagirkrî bigrin.

 

Serepeyv