Çile 19, 2024 08:02 Asia/Tehran
  • Hêzên çekdar ên Yemenê: Me gmiyeke Amerîkayêda ber êrişan

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê vê sibê li daxûyaniyekê derbarê êrişa ser gemiyeke amerîkî li nêzîkî peravên vî welatîagahî da.

Yehya Serî got: Me gemyeke amerîkî ya bi navê Kim Rîncer bi mûşekên deryayî  yên guncaw da ber êrişan.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê her wiha got:

Ev operasiyona hanê serkevtî  bûye û mûşek durust li gemiya armancê ketine.

Wî bal kişand  ser vê yekê ku veguhestina li deryaya sor û deryaya erebî ser hemû gemiyan ji bilî gemiyên Îsraîlê de  vekirî ye û got:

Hêzên çekdar ên Yemenê ji bo berevaniya ji gelê Filistînê  êrişên xwe berdewam dikin.

Artêşa Yemenê di hefteyên derbasbûyî de bona piştevaniya ji berxwedana gelê Filistînê li Zîvala Xezeyê, çend gemiyên Rejîma Siyonîst an jî gemiyên hilgirê  kelûpelan ên vê rejîmê ku ber bi navçên dagirbûyî yên deryaya sor, Oqyanûsa Hindê û tengava  Bab Mendebê ve diçûn, dan ber êrişan.

Rayedarekî amerîkî êrîşa siba Înîyê ya hêzên çekdar ên Yemenê  ser gemîya vî welatî li Kendava Edenê piştrast kir.

Rayedarekî amerîkî ku navê wî nehatiye gotin, got:Gemiyeke amerîkî ya bi ala giravên Marshalê li Kendava Edenê ji deverên di bin kontrola Ensarullahên Yemenê  ket ber êrişan

Serepeyv