Çile 13, 2024 10:36 Asia/Tehran
  • Êrişên yekalî yên Amerîkayê ser Yemenê berdewam dikin

Çavkaniyên medyayî yên navneteweyî ragihandin ku Amerîkayê vê sibê cardinê êrişên yekalî li Yemenê pêk anîn.

 

Kanala el-Masîre ya Yemenê derbarê êrişn dubare  yên  Amerîka û Îngilîzê ser Senapaytexta Yemenê agahî da.

Kanala nûçeyan a El-Mayadîînê jî ragihand ku dengê teqîneke mezin li aliyê bakurê Senaya paytexta Yemenê hat bihîstin.

Li gor agahiyên vê dawiyê  êrîşên asmanî yan mûşekî li ser meqera Dêylemî ya li nêzîkî firokexaneya Sena pêk hatine. her wiha li gor  raporan xwefirên dijmin li esmanê Hudeyda yê li rojavayê Yemenê  des dest bi geştên esmanî kirine. 

Rayedarekî Amerîkî li gotûbêja bi CNN`ê re , ji bilî piştrastkirina êrişa nû ya Amerîkayê ser Yemenê, got: Di êrişên nû yên Yemenê de, navendek radarê ket ber êrişan û ast û qudreta vê êrişê ji êrişa şeva borî kêmtir bû.

Berdewamiya êrişên Amerîkayê ser Yemenê di demekê de ye ku Mihemed Nasir El-Atifî wezîrê berevaniyê yê Yemenê êvara roja Înê hişyarî da Amerîka, Brîtanya û Rêjîma Siyonîst û ragihand,  ku Yemenê amadetiya rawestana li hember dijmin dayîna bersivê  heye eva  yemen e  ku  di Deryaya Sor û Deryaya Mokran de serdest e.

 

Serepeyv