Kanûn 17, 2023 17:33 Asia/Tehran
  • Operasyonên nû yên Hizbullaha Libnanê dijî leşkerên siyonîst dest pê bûn

Operasyonên Hizbullaha Libnanê li dijî baregehên Rejîma Siyonîst li navçeyên sînorî hema wisa didomin û di van operasyonan da Hizbullaha Libnanê bi xwefirrên naskirinê kariye cihên kombûna siyonîstan peyda bike.

Li gorî rapora medyayan, Hizbullaha Libnanê di 6 operasyonên xwe li navçeyên sînorî yên Libnanê digel Filistîn adagirbûyî da, baregehek û 5 kombûnên leşkerên siyonîst kirine armanc. Hizbullaha Libnanê diho 6 operasyon pêk anîn; 4 operasyon li başûrê rojhilatê sînorê Libnanlê digel Filistîna dagirbûyî û 2 operasyonên din jî li başûrê rojavayê sînorê Libnanê digel Filistîna dagirbûyî; di encama van operasyonan da baregehek û 6 kombûnên leşkerên siyonîst ketin ber êrîşê. Hizbullahê bi xwefirreke xweteqên kombûna leşkerên siyonîst li nêzikî serbazxaneya Ramînê li nêzikî bajaroka leşkerî ya siyonîstnişîn a Margalîvtê kir armanc.

 

Medyayên Rejîma Siyonîsst mukir hatin ku 4 kes hatine birîndarkirin û ev birîndar bi helîkopterê bo nexweşxaneyeke bajarê Heyfayê li 45 kîlomitriya sînorê Libnanê û Filsitîna dagirbûyî hatin rakirin; van medyayan ragihandin leşkerek ji van 4 kesan hatiye kuştin û halê yekî din jî xirab e.

 

Kombûneke din jî li nêzikî serbazxaneya leşkerî bû. Du kombûn, yek kemînaa leşkerên siyonîst li nêzikî baregeha leşkerî ya Birektrîşa û kombûneke din a wan li nav vê baregeha leşkerî ji aliyê Hizbullahê va bi mûşekên rênimûnkirî ketine ber êrîşê.

 

Hizbullahê her wiha kemîn û cihê xweveşartina leşkerên siyonîst li nav bajaroka siyonîstnişîn a El-Minareyê kirin armanc. Her wiha bareheke din a leşkerî jî ji aliyê Hizbullahê va bi çekên giran û rênimûnkirî ket ber êrîşê.

Serepeyv