Kanûn 16, 2023 08:25 Asia/Tehran
  • Yemenê derbarê êrişa ser du gemiyên li Deryaya Sor agahî da

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê li daxûyaniyekê ragihand ku hêzên vî welatî 2 gemiyên ku ber bi Filistîna dagirbûyî ve diçûn dene ber êrişan.

Li gorî gotina Yehya Serî, hêzên deryayî yên Yemenê bona piştgiriya ji xelkê Xezeyê du gemiyên kontînêr  bi navên  Alanya û Palatyom bi mûşekên deryayî yên guncaw dane ber êrişan.

Wî got j ku ev gemî  piştî ku guh nedan hişyariyên wan ên ewlehî ketien ber êrişan. 

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê bal kişand ser vê yekê ku  hemî gemî dikarin bi serbestî  ber bi  menzîlgehên xwe ji xeynîFilitîna Dagrbûyî ji  deryaya sor derbas bibin.

Duh rayedarên  amerîkî ragihandin ku gemiyek bi alaya Lîberya li Deryaya Sor piştî ku  ketiye ber mûşekek ji  aliyê Yemenê  ve, agir girtiye.

Serepeyv