Kanûn 15, 2023 17:41 Asia/Tehran
  • Zêdebûna operasyona leşkerî dijî keştiyên îsraîlî li Babul-mendeb û Deryaya Sor

Navenda Bazirganiya Deryayî ya Inglîzê ragihand ku Hêza Deryayî ya Yemenê keştiyek hişyar kiriye ku rêgeha xwe ber bi Perava Yemenê biguherîne û ev keştî neçar bû ku rêgeha xwe biguherîne.

Di vî halî da, Çavkaniyên Navîgasyona Cîhanî teqez kirin ku Hêza Deryayî ya Yemenê roja Pêncşemiyê hişyarî daye hin keştiyên ku ji Deryaya Sor derbas dibûn û hinekên wan neçar kirine ku rêgeha xwe biguherînin û vegerin cihê ku jê bi rê ketine. Deryaya Sor û Tengava Babul-Mendebê bûye meydana alûgorên zehf û lezgîn; bi awayekî ku hêzên yemenî operasyona xwe ya leşkerî li dijî keştiyên îsraîlî û keştiyên ku ber bi bendegehên Îsraîlê , girantir kirine.

 

Çavkaniylên Navîgasyona Cîhanî (Keştîvanîya Cîhanî) ragihndin ku Hêza Deryayî ya Yemenê, roja Pêncşemiylê hejmareke keştiyan ku ji Deryaya Sor derbas dibin hişyar kirine ku rêya xwe biguherînin.

 

Çavkaniyeke keştîvaniyê ya yemenî ji medyayan ra got ku Hêzên yemenî keştiyeke Konteynerhilgir ku ber bi benderên Rejîma Siyonîst va diçû, neçar kirin ku rêgeha xwe biguherîne û keştiya zeftkirî di halê hereketa ber bi bendergehên Yemenê va ye.

Serepeyv