Kanûn 08, 2023 15:12 Asia/Tehran
  • Boykotên nû yên Amerîkayê dijî 13 kes û saziyan bi hinceta piştevaniya ji Ensarullahê

Wezareta Xizînedariya Amerîkayê, 13 kes û sazî bi hinceta ku bi deh milyon dolarî diravê biyanî ji çavkaniya firotin û şandina kelûpelên Îranî re dane Ensarullaha Yemenê, boykot kirin.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Pêncşemê li gorî dema herêmê di daxuyaniyekê de îdia kir ku Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî piştgiriyê dide toreke tevlihev a serafî û şîrketan li çendîn welatan ji wan Yemen, Tirkiye û Sênt Kits û  Noysê.

Alîkarê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, Brayan Nelson îdia kir ku çavkaniyên darayî yên ku ji hêla Îranê ve hatine raberkirin kirin, êrişên Ensarullahê yên vê dawiyê  ser gemiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor pêkan kiriye. 

 Di daxuyaniya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê de  ji zarê Nelsonê ve hatiye îdiakirin: Hûsî berdewam alîkariyên darayî  ji Îranê distînin û encama vê piştevaniyê jî diyar e: Êrişên bêheger ser binesaziya sivîl û gemiyên bazirganî, têkbirina ewlehiya deryayê û gefên li dijî bazirganiya navneteweyî.

Pêştir kanala nûçeyan a CNN a Amerîkayê ji zarê rayedarên leşkerî yên vî welatî ragihandibû ku  tevî êrişên mûşekî yên vê dawiyê yên Ensarullaha Yemenê, hêza deryayî ya Amerîkayê  di halê hilkolandina bihêzkirina parastina gemiyên bazirganî li derdora rêyeke girîng a gemiyê li Deryaya Sor e.

 

منبع خبر

Serepeyv