Mijdar 27, 2023 16:58 Asia/Tehran
  • Rayedarê Yemenî: Deryaya Sor tenê ji bo Rejîma Siyonîst ne-ewleh e

Alîkarê wezîrê karên derve yê dewleta Rizgariya Netewî ya Yemenê got: Gemîvaniya li deryaya Sor ji bilî gemiyên Rejîma Siyonîst ji bo hemî welatan ewleh e.

Husên El-Ezî, cîgirê wezîrê  karên derve yê hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê, li ser tora civakî ya X  nivîsî: Sana bê guman ji welatên din zêdetir  li xema ewlehiya keştiyan li deryaya sor  de ye û gelekî rêzê li berjewendiyên kesên din  digre û  me berê jî ev yeka selmandiye. 

El-Ezî destnîşan kir: Gemîvaniya li deryaya Sor ji bilî gemiyên Rejîma Siyonîst ji bo hemî welatan ewleh e.

El-Ezî destnîşan kir: Ev bêewlehî ji bo Rejîma Siyonîst heya ku dawî li binpêkirina zarok û sivîlên bêguneh li Xezeyê bîne, dê berdewam be.

Yehya Serî berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê berî niha gotibû:  Dê operasyonên leşkerî heta rawestandina êrişên Rejîma Siyonîst dijî xelkê  Filistînê  berdewam bin.

 

Serepeyv